Li Wanê piştî ku Şaredar û hilbêjêr di operasyona di bin navê “KCK” de hatin binçavkirin îro hemû esnafa kepenkê xwe venekirin û hemû yekenîyên şardedariyê dest ji xizmetê berdan û neçûn ser kar.
Duh li navenda Wanê û navçeyên wê di operasyona di bin navê KCK'ê de rêveberên BDP'ê û şaredarên BDP'î hatin binçavkirin. Di serîde şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevseroka Rêxistina BDP’a Bajêr Mîhrîban Şah, Hesapgirê BDP’a Bajêr Halîs Çakir û li gel wan şaredar navçeyan û rêveberên navçeyan hatibûn binçavkirin. Li Wanê piştî ku Şaredar û hilbêjêrê wan di encama operasyona di bin navê “KCK” de hatin binçavkirin îro hemû esnafan kepenkên xwe venekirin û neçûn ser kar. Yekîneyên şardedariyê dev ji xizmetê berdan û neçûn ser kar. Li hemû kolan û kûçeyê bajêr ji duh ve ji ber xizmeta şaredariyê nehat dayîn kolan û kûçe tije gemar bûn. Xebatkarê şaredariyê, welatî û esnafên neçûn ser karê xwe hemû ji bo beşdarî çalekiya şermezarkirina bibin hemû çûn ber avahiya şerdariya Wanê. Di saetên serê sibê de esnafên ku kargehên xwe vekiribûn jî dev ji kar berdan û hemûya kepenkê xwe girtin. Hate hînbûn ku li henek navnîşanên navenda Wanê av hatine birîn û xizemta avê nayê dayîn.
Li gel navenda Wanê li navçeyên Elbak, Bêgirê, Qelqelî, Artemêt û bajaroka Sixkê hemû xebatên şaredariyê hatin rawestandin û esnafan kepenkê xwe venekirin kes neçûn ser kar.