Helwesta li hemberî girtina rêvebirên BDP'ê û şaredarên wanê di roja sêyemîn de jî dewam dike. Waniyên ku li ber şaredariya Wanê civiyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Bertekên li hemberî operasyona li dijî rêvebir û şaredarên BDP'ê yên Wanê berdewam dikin. Waniyên ku ev 2 roj in li ber şaredariya Wanê çalakiya rûniştinê lidar dixin îro jî çalakiya xwe berdewam kirin. Gelek kes jî li ber edliyeya Wanê dicivin.
Çalakiya karkerên Şaredariya Wanê jî berdewam dike. Li Wanê ji ber ku karkeran ev 2 roj in paqijî nekiriye kolan veguherîn sergoyê.