Di encama çalakiya gerîlayan a li dijî nûqteya polîsan a li navçeya Erdemît a Wanê li dar xistine de herî kêm polîsek hate kuştin.
Li gorî agahiyên HPG’ê li ser rêya Wan-Edremîtêli dijî nûqteya polîsan a bajarê konteynerê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya saet di 22.30 de hat lidarxistin de polîsê bi navê Abdurrahman Dogan ê 30 salî bi giranî birîndar bû. Piştî rakirin nexweşxaneyê hat ragihandin ku Dogan di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê de mir.