Li Wanê hezaran kes li hev kom bûn û girtina 10 kesên ku Şaredarê Wanê Bekir Kaya di nav de ye protesto kirin. Kaya ji girtîgehê name şand û got; “Ez vê bi aşkereyî bibêjim; weke yên berê tu bingehê hiqûqî û rewa yê van operasyonan tune ye. Operasyonên ku duh çawa nekarîn têkoşîna gelê me ber bi paş ve bibin, ev jî weke wan bi ser nakevin.”
Girtina tevî Şaredarê Wanê parêzer Bekir Kaya, 10 BDP’yiyên li Wanê ji aliyê hezaran ve hate protestokirin.
Xwepêşandana girseyî li ber avahiya BDP’ya navçeyê pêk hat û tevî Parlementerên BDP’ê yên Wanê Nazmî Gur û Ozdal Uçer, Seroka BDP’ya Wanê Mihrîban Şah, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, bi hezaran kes beşdar bûn.
Xebatkarên Şaredariyê Tşortên wêneyên Şaredar Bekir Kaya li ser bûn, ji Mavî Plaza heta ber avahiya BDP’ê meşiyan. Bi hezaran kes ji du aliyan ve meşiyan ber avahiya Şaredariya Wanê. Di xwepêşandanê de pankartên “Bi înada we berxwenda, serhildan,” Wan ranezê, li vîna xwe bibe xwedî”, “Rêxistin, berxwedan û serhilda”, “gelê Wanê li ber xwe dide, li vîna xwe xwedî derdikeve” û “dest nede vîna min” hilgirtin. Her wiha, dirûşimên “Kurdistan bi we serbilind e”, “Bijî Serok Apo”, “Destên dirêjî şaredar Bekîr Kaya dibin, bila bişkên” qêriyan.
ME DIZANÎ DÊ OPERASYON PÊK BÊN
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer li vir axaftinek kir û bal kişand ku bi salane gelê Kurd li hemberî zilmê li ber xwe dide. Uçer destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan li girtîgehan û derve berdewam dike û bi bîr xist ku piştî Wanê, operasyon li Colemêrg û Bazîdê jî pêk hat. Uçer got; "Kengî Erdogan rabû û got 'Amed, Wan û Mêrdînê dixwazim' me zanî dê operasyon pêk bên. Ew dibêjin qey dê Kurdan bi vî awayî biqedînin.
VÎNA 214 KESÎ HAT GIRTIN
Uçer bi bîr xist ku 74 hezar kesan dengê xwe dan Kaya û 214 hezar kesan jî dengên xwe dan BDP’ê. Uçer diyar kir ku vîna gelê Wanê hatiye girtin û diyar kir ku dibêjin “we çima meş li dar xist, we çima mitîng pêk anî, we çima rê çêkir, hûn çima beşdarî merasima cenazeyên gerîlayan bûn û got; "Ez ji vir dipirsim, partiyek ku mitîng li dar nexe heye gelo? Gelo kuştina gerîlayan ne suc e, xwendina Sureya Fetîhayê ya li ser cenazeyên wan suc e."
JI BEKIR KAYA NAME
Serokê BDP’ya Navçeya Navendî ya WanÊ Rafet Taş nameya Şaredar Kaya ya ku ji girtîgehê şandibû xwend. Kaya bi bîr xist ku piştî ku partiya wan di hilbijartinên herêmî de serkeftinek mezin bi dest xistin, êrîş şaredariyên wan kirin. Kaya got; “Hikûmeta AKP’ê ya dixwaze gelê me û partiya me qir bike, herî dawî li Wanê derketiye ser dike. Ji daxuyaniyên ji aliyê Serokwezîr û AKP’ê ve tê dayîn diyar dibe ka kî fermana van operasyonan didin. Kaya destnîşan kir ku AKP’ê di daxuyaniyên xwe de şaredariyên BDP’ê dike hedef û diyar kir ku ji ber ku wan zanî operasyon ne hiqûqî û ne jî rewa, bi temamî siyasî ne, wana îfade nedan dozgeriyê.
NE REWA Û NE JÎ HIQÛQÎ YE
Kaya got ; “Em hemû xebatên ku me kirine ji teqdîra xwe re dihêlin” û wiha domand; “Heta îro jî gelê me birînên xwe yên erdhejê nepêçane, ji bo pêçandina birînên gelê me, em ê bi hemû hêza xwe ve ya ji destê me tê bikin." Kaya got, " Ez vê bi aşkereyî bibêjim; weke yên berê tu bingehê hiqûqî û rewa yê van operasyonan tune ye. Operasyonên ku duh çawa nekarîn têkoşîna gelê me ber bi paş ve bibin, ev jî weke wan bi ser nakevin.”