Ji ber pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê li Wanê polîsan tedbîrên mezin girtin. Polisan bajar dorpêç kirin û rewşa awarte îlan kirin.
Ji pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê re rojek ma. Beriya 15'ê Tebaxê li her devera heremê û li gelek deverên din şahiya 15'ê Tebaxê bi girseyî tê pîrozkirin. Polîs ji bo şahiyên gel asteng bikin, li gelek nokteyên bajar yên Wanê tedbîrên mezin gritine. Polîsan beriya şahiyê li çar aliyên Wanê tedbîr girtin û bajar dorpêç kirin. Polîsên ku tedbîrên mezin girtin rewşa awarte îlan kirin.
Polîsên ku ji duh de li gelek kolan û taxan tedbîr girtine, di serî de li Kolana Cumhuriyetê, Qada Bêşyolê, Kolana Mereş û li gelek kolanên din tedbîr girtine û maşîneyên zirxî bicih kirin. Ji ber zêdebûna polîsan rewşa OHAL'ê hatiye avakirin. Tîmên Taybet û hêzên çevîk ku bi cil û çekên xwe balê dikişînin ser xwe nasnameyan kontrol dikin û wesayîtên sivîl radiwestînin. Li aliyê din gelek maşîneyên zirxî li nava bajar digerin û rewşek awarte didin xuyakirin.
Dema nûçegihanê ajansa DÎHA'yê Bîlal Guldem xwest dîmen û wêneyên tedbîrên hatine girtin bikşîne rastî astengiya polîsan hat. Polîsan ji Guldem re got 'Bêyî destûra polîsan endamê çapemeniyê nikarin kişandinê bikin. Polîsan nasnama Guldem kontrol kirin û dimênê kişandibûn tamşe kirin û pişt re Guldem serbest berdan.