Li Wanê berberiya navxweyî: Qeyûma nû anîn ser qeyûmê!

Li Wanê qeyûmên ku anîn ser şaredariyên DBP’ê ji bo ku bi AKP’yiyan re li hev nakin, Wezareta Karê Hundir qeyûman ji peywirê distîne. Wezaretê herî dawî, qeyûm anî ser Qeyûma Artemêtanê Ibrahîm Ozkan ku pêşniyara ‘’peravan bide me’’

Rantxwerî û berberiya navxweyî ya AKP’ê li deverên ku qeyûm anîn jî balê dikişîne.

Li Wanê Wezareta Karê Hundir dest li ser berberiya di navbera qeyûmê de ku 11’ê Îlonê de hatibû diyarkirin û Seroktiya Bajêr a Wanê ya AKP’ê de danî. Beriya bi 2 heftiyan wezîrtiyê qeyûma Qerqeliyê mişextî muşawityiya Hiqûqê ya Walitiya Artvînê kir, vê carê jî qeyûmê Artemêtanê Ibrahîm Ozakn şande alîkariya Wwalî û alîkarê walî Atif Şahî weke qeyûm diyar kir. Pirsgirêka di navbera qeyûmê berê û rêveberên AKP’ê jî peravên Gola Wanê bû. AKP’yiyan xwestin ku peravan bidin wan lê Ozkan diyar kir ku ji hêla hiqûqî ve ev ne pêkan e û pêşniyarnameya wan red kir.

DAXWAZÊN SEROKÊ AKP’Ê

Li Wanê 5 qeyûmên ku hatin ser şaredariya DBP’ê û Serokê Bajêr ê Wanê yê AKP’ê Zahir Soganda beriya bi sê heftiyan civîn danîn. Li gorî agahiya ku hatiye bidestxistin, Soganda daxwazên xwe yên têkildarî karker, îhale û peravan da. Hin qeyûman diyar kirin ku ew ne hilbijartî ne, hatin tayinkirin û nerazîbûn nîşanî daxwazên Sogandan dan.

QEYÛM WÊ BIGUHERIN

Piştî civînê diyar bû ku Wezareta Karê Hundir li gorî daxwazên Sogandan biryarên nû girtine. Pêşî li şûna qeyûmê Artemêtanê têp ayin ku qeyûmê Îpekyoluê Onder Can û li şûna Can jî Qeymeqamê Qilebanê Ibrahîm Halîl Sîvgan were danîn.