Li Wanê avahî hilweşiya: 5 kes birîndar bûn

Li Wanê avahî hilweşiya: 5 kes birîndar bûn

Li Wanê dema ku avahiya ji 5 qetan pêk dihat bi qaçaxî dihate xirapkirin hilweşiya û 5 kes birîndar bûn.

Avahiya 5 qeta ya li kolana Zubeydehanim ya taxa Halîlaga ya Wanê ya ku di erdhejê de zirareke giran dît serê sibê di demjimêr 06.00'an de hilweşiya. Di hilweşîna avahiyê de welatiyên bi navê Ersîn Şeker, Memduh Aslan, Melîh Ejder Aslan, Alî Ceylan û Saffet Salkim yê ku di firina nan de dixebitîn birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê û hate zanîn ku avahî bi qaçax dihate xirapkirin.

LI DERDORÊ TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ JÎ NEHATIN GIRTIN

Li gorî agahiyên rayedarên Şaredariya Wanê dayîn, xirapkirina avahiyê ji aliyê Şîrketa Nermanoglu ve di demjimêr 05.00'an de bêyî destûrê ji şaredariyê û walîtiyê bigirin pêk hat. Hate hînbûn ku, ji bo xirapkirina avahiyê li şûna wesayîta bi navê meqes kepçe bikaranîn û li derdorê tu tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin. Hate zanîn ku, piştî bûyerê ji ber zirara derdorê pêk hat şaredarî dê derheqê şîrketê de ceza bibire û hate îdîakirin ku xwediyê şîrketê hate binçavkirin.