Li Wanê, AKP'yî bi bertîlê mirovan dixin kar!

AKP a ku hemû saziyên fermî yên li Wanê bi dest xistiye û bi rêya qeyûm dest daniye ser şaredariyên DBP'yî, bi girtina bertîlê her di rojevê de ye.

Piştî ku Şaredariyên DBP'yî yên li Wanê bi rêya qeyûm hatin desteserkirin, bi sedan karker ji kar hatibûn derxistin. Tê gotin, li şûna van personelên cihê wan vala bûne, bi bertîlê karker û karmend tên bicihkirin.

Li gorî agahiyan, girtina personal bi rêya bertîlê, di nava AKP'ê de veguheriye şerê rantê û mijar çûye ber destê dadgeriyê. Endam û rêveberên AKP'ê ku ji ber îdîayên bertîlê bi hev ketine, êdî baweriyê bi hev nînin. Gotarek li rojnameyeke herêmî hat weşandin, asta vê bertîlê radixe pêş çavan.

Ji qelemşorên herêmî yên AKP'ê Ziya Turk di gotara xwe de ragihand, ku îdîayên bertîlê çûne ber destê dadgeriyê.

Ziya Turk di gotara xwe de gotina "Ji bo girtina kar, 10-15 hezar lîre bertîl tê girtin" ku di civîneke 150 kes lê amade bûn hat gotin, nivîsand. Di vê civînê de Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Sendîkaya Karkerên parastin û Ewlekariyê ya Konfederasyona Turk-Îşê Fevzî Karataş, Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk û Walî Îbrahîm Taşyapan ê weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bûye, amade bûn.

Ev nivîskarê alîgirê AKP'ê di gotara xwe ya mikurhatinê de gilî û gaziyan ji rizandina têkiliyên AKP'ê yên li Wanê dike. Destnîşan dike ku di nava AKP'yiyan de baweriya ji hev şikestiye.

Şerê rantê yê navbera AKP'yiyan, gihîştiye asta gefên teşhîrkirina hev. Nivîskarê alîgir Ziya Turk ragihand, ku ew ê hin bertîlxurên li nava AKP'ê teşhîr bike.