Li Wanê ji 13 kesên ku di bin navê operasyonên KCK’ê de hatibûn binçavkirin 7’ên din jî sewqî dozgeriyê kirin.
Di 7’ê Pûşperê de li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên malan de 13 kes ku di nav de Şaredarê Artemêtan Abdulkerîm Sayan, Şaredarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê yê BDP’a Elbakê û endamê KCD Derwêş Polat û Serokê BDP’a navçeya Ebaxê Metîn Adûgît jî heyî karûbarên 7 kesan yên li emniyetê bidawî bûn.
Piştî karûbaran 7 kesên ku di kontrola tenduristiyê de derbaz bûn, di bin ewlekariyek mezin de derxistin edliyeyê. Piştî îfadeyên 7 kesan li dozgeriyê hatin girtin, çav lê ye ku sewqî dadgehê bikin.
Ji 6 kesên ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, Seroka BDP’a Wanê Mîhrîban, Şah Şaredara Elbakê Hacer û Şaredara Bostanciyê Nezahat Erguneş bidarezandina serbest hatin berdan, her wiha Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, , Şaredarê Elbakê Îhsan Guler yê ji erkê hatibû dûrxitin, Hevserokê berê BDP’a Wanê û Parêzerê Buroya Hiqûqa Sedsalê Cuneyt Caniş hatibûn girtin.