Li Wanê 4 kes sewqî mehkemê kirin

Li Wanê 4 kes sewqî mehkemê kirin

Li Wanê sibehê ji 14 kesên derxistin edliyeyê 10 ji wana ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatin berdan, 4 kesên din jî bidaxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Li Wanê di 27’ê Tîrmehê de di demjimêrên şevê de li ser taxên Walî Mîthat Bey û Îstasyonê girtibûn 25 kes girtibûn binçavan. Ji 14 kesên di demjimêrên sibehê de derxistin edliyeyê 2 jê zarok serbest hatibûn berdan. Karûbarên 12 kesên li dozgeriyê jî bidawî bûn. Piştî karûbaran dozger 8 kesên din jî berdan.

Adil Pala, Harûn Pala, Emrah Abî û Mehmet Cinê ku tê îdîakirin gêrîlaye bidaxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.