Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku li navçeya Erdîşa Wanê di encama çalakiya gerîlayan a li dijî polîsên derketibû dewriyeyê de 2 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pevçûna piştî çalakiyê de gerîlayek jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got; “Di 27'ê Tîrmehê de li ser riya Wan û Erdîşê li dijî dewriya polîsa ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hatine kuştin 2 polîs jî birîndar bûne.”
Di daxuyaniyê de der barê çalakiyê de ev agahî hate dayîn; “Di 27'ê Tîrmehê de li ser riya Wan û Erdîşê li dijî dewriya polîsa ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hatine kuştin 2 polîs jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî navenda Wanê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 28'ê Tîrmehê de ji saet 03.00'an heta 08.00'an di navbera gerîlayên me û leşkerên dijimin de pevçûnek qewimiye."
dı berdewamê de hat gotin; "Di encama vê pevçûnê de hevalê Mûnzûr bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê, hevalê Botan - Mehmet Cîn jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.”
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
-Hayatî Olmez, bi nasnavê Mûnzûr Çelê, chê jidayikbûnê: Colemêrg