Li Wanê 11 kes serbest hate berdan

Li Wanê 11 kes serbest hate berdan

Li Wanê di 27'ê Tîrmehê polîsên AKP’ê li taxên Îstasyon û Valî Mîthatpaşayê bi ser 25 malan de girtibû û bi çekên otomatîk malan gulebaran kiribûn. Di serdegirtinan de 22 kes hatibû binçavkirin. Ji 22 kesên ku hatibûn biçavkirin 11 kes îro serbest hatin berdan.

Li Wanê di 27'ê Tîrmehê de polîsên AKP’ê li taxên Îstasyon û Valî Mîthatpaşayê di demjimêr 04.00'an de bi ser 25 malan de girtin û bi çekên otomatîk malan malan gulebaran kiribûn. Di serdegirtinê de kesek hatibû înfazkirin û 22 kes jî hatibûn binçavkirin. Şukru Pala, Perîhan Endakçi, Îsmaîl Pala, Huseyîn Pala, Mûzaffer Pala, Bulent Pala, Şemsettîn Kûrt, Fîlîz Endakçi û 3 zarok piştî kirarên li miduriyeta polîsan serbest hate berdan.

Hate zanîn ku Lutfî Pala, Adîl Pala, Îsa Pala, Yûsûf Pala, Sûat Pala, Hakî Pala, Harûn Pala, Velat Pala, Demhat Pala, Hamdî Pala û Ferdî Endakçi yên ku di miduriyeta polîsan de tên girtin, dê sibê derxînin pêşberî dozger.