Li Wanê 10 hezaran girtin protesto dikin

Li Wanê 10 hezaran girtin protesto dikin

Li Wanê beriya mîtînga ku girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û siyasetmedarên kurd şermezar bike dest pê bike bi 10 hezaran kes kom bûn û çalakî pêk anîn. Girseyê hezaran posterên mezin ê Kaya bilind kir û li Kolana Cumhuriyetê dest bi çalakiyê kirin.

Beriya mîtînga li Wanê dest pê bike bi 10 hezaran kesên ku li qada Komarê kom bûn, ji bo girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û siyasetmedarên kurd şermezar bikin çalaki pêk anîn. Girseya ku di dorpêça polîsan de li Kolana Cumhuriyetê kom bûn, girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Prz. Cuneyt Canîş, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Şaredarê Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Endamê KCD'ê û Serokê BDP'a berê Derviş Polat, Şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, Serokê BDP'a Ebexê Metin Adugit, Serokê berê yê BDP'a Erdîşê Veli Avci û Rêveberê BDP'ê Halîs Çakir şermezar dikin.

Bi 10 hezaran kesên li kolanê kom bûn, li benda Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak bi coşek mezin radiwestin. Girsê posterên mezin ên Kaya û 9 siyasetmedarên kurd vekirin û alên kesk, sor û zer bilindkirin. Girse bê navber di elehê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dirûşmeyan berz dikin.

Girse piştî bi sedan maşîne li Bajaroka Çîçeklî ya Wanê Hevserokên BDP'ê û BDP'iyan pêşwazî bikin, dê tev li mîtîngê bibin.