Li Wan û Gumuşhaneyê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Wan û Gumuşhaneyê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya weşan de diyar kir ku di 2’yê tîrmehê de li navçeya Misk a Wanê û li bajarê Tirkiye Gumuşhaneyê 2 gerîla di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li Wan û Gumuşhaneyê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. HPG’ê diyar kir ku di şerê li navçeya Miskê Wanê de jî 2 çawişên pispor û 2 cerdevan hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 2'ê Tîrmehê de di saet 23.45'an de li navçeya Şîrana Gumuşhaneyê li derdora Încedere di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin Herweha di vê pevçûnê de rêhevalê me Hejar Gever - Adnan Tekîn bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûna li Miskê de jî ev agahî da; “Di 6'ê Tîrmehê de di saet 20.30'an de li navçeya Miksa Wanê di navbera yekîneyên kontra û gerîlayên me ve pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna heta saet 00.30'an berdewam kirî de rêhevalê me heta guleya xwe ya dawî li berxwedaye û bombeya xwe di xwe de teqandiye û gihîştiye şahadetê. Di encama vê pevçûna rêheval Dijwar şehîd ketî de 2 çawuşên pispor, 2 cerdewan bi giştî 4 dijmin hate kuştin, çawuşeke pispor jî birîndar bûye.”

Nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:

-Adnan Tekîn, bi nasnavê Hejar Zagros, cihê jidayikbûnê: Colemerg

-Hasan Algor, bi nasnavê Dijwar Silopî, cihê Jidayikbûnê: Silopi - Şirnex