Li Wan, Mûgla û Ispartayê 6 hatin girtin.
Li Wan, Mûgla û Ispartayê ji 11 kesên hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin.
Li Wan, Mûgla û Ispartayê ji 11 kesên hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin.
Li navçeya Şaxê ya Wanê di serdegirtina malan de di nav de Endamê Meclîsa Şaredariya Şaxê Attar Ertaş û xebatkarên şaredariyê jî têde 6 kesên hatin binçavkirin, piştî kirarên li midûriyeta polîsan şandin Dadgeha Wanê. Attar Ertaş û xebatkarê şaredariyê Îsa Eraslan li dozgeriyê hat berdan, lê Zakî Akbûlak, Mehmet Tartan, Tayyîp Tekbûdak û Adîl Kiye şandin dadgehê. Akbûlak û Tartan bi şertê venêrîna adlî serbest hatin berdan. Tayyîp Tekbûdak û Adîl Kiye jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û wan şandin Girîgeha Tîpa M a Wanê.
Li Mûglayê jî 4 xwendekarên Zanîngeha Sitki Kocaman ên di 18'ê Sibatê de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, ji midûriyeta polîsan şandin Dadgeha Mûglayê. Ji aliyê dozgeriyê ve, bi îdîaya "Alîkarî û piştevaniya rêxistinê" kirine wan sewqî dadgehê kirin. Ji aliyê heyeta dadgehê ve ji 4 kesan 1 jê serbest 3 kes hatin girtin.
Ji aliyê Dadgeha Nisêbînê ve bi îdîaya "Endamê PKK'ê ye û propagandaya rêxistinê kiriye" der barê kesê bi navê N.A. de lêgerîn hatibû destpêkirin, li Ispartayê hat binçavkirin. N.A ji aliyê heyeta dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Tûpa E ya Ispartayê.