Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di çalakiya gerîlayan a li Îdîrê de 2 leşker û di ya li Qelqeliya Wanê li dijî Qişleya Mustafa Muglali hat lidarxistin de jî herî kêm leşkerek hatiye kuştin û bînbaşiyek birîndar bûye. HPG’ê der barê operasyonan û bombebararên li ser Başûrê Kurdistanê de jî agahî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li Kurdistanê, û çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk de daxuyaniyek da.
LI ÎDIRÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 1'ê Tîrmehê de di saet 24.00'an de li nêzî Amîrtiya Trafîka Herêmî ya Îdirê di navbera gerîlayê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Herweha operasyona piştî pevçûnê li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.”
DU RADAR HATIN RÛXANDIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir kudi 1'ê Tîrmehê de li navçeya Bazîda Agiriyê du dezgehên radarê yên li herêma Turkmena hatiye bicîhkirin ji aliyê gerîlayên ve hatiye rûxandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev demeke li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî herêmên Miştûnê, Akbaba û Deşta Çobanê û li Îdîrê li dijî Gundê Gevro, Girê Stûla û Şikefta Cangîrê ji aliyê “artêşa dagirker” a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên danîn.”
LI HEZOYÊ PEVÇÛN
HPG’ê got; “Di 2'ê Tîrmehê de di saet 18.30'an de li navçeya Hezoya Amedê li nêzî Fermandariya Cendermeyan di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
LI ŞEMIZÎNANÊ ÇALAKÎ
Di daxuyaniyê de hat ragihandin; “Di 2'ê Tîrmehê de di saet 11.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî leşkerên dijmin ên li neqeba Zêtê di avakirina qereqolê de dixebitin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
LI DIJÎ QIŞLEYA MUSTAFA MUGLALI ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li navçeya Qelqelî ya Wanê de jî ev agahî da; “Di 30'ê Hezîranê de di saet 21.15'an de li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî lojman û nîzamiya Qişleya Mustafa Muglali (Erhan Dorukhan) ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, yek jê bînbaşiyek du leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bêser û ber gulebaran dike herweha li dijî herêmê jî operasyonekê dide destpêkirin Operasyona li herêmê di 1'ê Tîrmehê danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.
HPG’ê got; “Di 30'ê Hezîranê de di navbera saet 20.00-21.00'an de li navçeya Qilabana Colemergê 2 helîkopterên kobrayan û helîkoptereke skorskyan ê dixwestin ji Girê Çetan û Girê Şehîd Kendal sînor derbas bikin rastî berxwedana gerîlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin.
LI DÊRSIMÊ OPERASON
Di daxuyaniyê de der barê operasyona li Dêrsimê de jî ev agahî hate dayîn; “Di 3'ê Tîrmehê de (îroj) danê beyanî di navbera Dersim û navçeya wê Pulurê li dijî Geliyê Mûnzûran ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
LI DIJÎ ZAGROS Û HEFTENÎNÊ ÊRÎŞ
Navenda Çapemenî –Ragihandina HPG’ê got; “ Di 2'ê Tîrmehê de di saet 12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgeh, Govendê û Girê Xwedê yên bi ser Zagrosane ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
10. Ji 30'ê Hezîranê saet 21.00'an heta 1'ê Tîrmehê saet 09.30'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Deriyê Dawetiya, Geliyê Kuranişê û Gundê Heftenînê yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”