Piştî di encama bûyerên di Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, careke din şert û mercên dijwar ên girtîgehên li Tirkiyeyê hatin rojevê. Bi fermî navê vê girtîgehê Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Rihayê ye, lê bi pêkanîn û dîzayna xwe dişibe girtîgehên tîpa F. Her çendî kapasîteya girtîgehê ji bo 375 girtiyan e, lê 1200 girtî têde hatine bicihkirin. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan hikûmeta AKP’ê weke berpirsê bûyerê destnîşan kir û got; “Li Tirkiyeyê rejîma hebsitiyê heye.”
Girtîgeha Riha, ji ber pêkanîn û zextên li hemberî girtiyan her tim di rojevê de ye û beriya du salan girtiyê bi navê Ercan Gumuştaş ji bo protestokirina şert û mercên girtîgehê agir berdabû bedena xwe. Her dawî di 16’ê hezîranê de 13 girtî di encama şewata girtîgehê de de bi awayeke dilşewat jiyana xwe ji dest dan.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turk Dogan rewşa girtîgehên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ser binpêkirinên li van girtîgehan.
TÜRKDOGAN: PIR ZÊDE GIRTÎ HENE
Turkdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê pir zêde girtî hene û wiha domand; “Jixwe ger ku ji kapasîteya hucreyek ku tu kes nikare têde bijî, zêdetir girtiyan têxin hindur, ev yek bi xwe binpêkirin e. Li Tirkiyeyê rejîma giran a hepsîtîyê heye. Li gorî girtîgehan, rêjeya girtiyan li Tirkiyeyê pir zêde ye.”
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSÊ KOMKUJIYÊ YE
Turkdogan ragihand ku wana gelek caran gotiye ku deriyê girtîgehan ji venêrînên sivîl re girtî ne û gelek binpêkirinên mafan têde hene û bi bîr xist ku mînaka vê ya herî dawî û herî bi êş di şeva 16’ê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê qewimiye. Turkdogan bi bîr xist ku di 26’ê îlona 2010 de jî girtîyê bi navê Ercan Gumuştaş jî di vê girtîgehê de ji bo protestokirina şert û mercên girtîgehê agir berdabû bedena xwe.
Turkdogan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku divê êdî deriyên girtîgehan ji bo venêrînên sivîlan bên vekirin. Turkdogan got ku heta deriyê girtîgehan ji bo venêrînên sivîl re neyên vekirin dê ev binpêkirinên mafan jî bidomin û got ku divê Tirkiye êdî dawî li van şert û mercên giran ên girtîgehan bîne.
BABAOGLU: LI WEHŞETÊ TEMAŞE DIKE
Serokê ÎHD’ya Rihayê Cemal Babaoglû jî bi bîr xist ku di 16’ê îlona 2011 de wesayîta Rîngê ya ku girtiyan ji Wanê dibir Stenbolê, li ser rêya Meletî-Qeyserî şewitî û di encamê de 5 girtiyan jiyana xwe ji dest da.Baboglû destnîşan kir ku dewlet li hemberî van hovitiya bê deng dimîne.
Babaoglû destnîşan kir ku wana di Rapora Girtîgehan a ku amade kiribûn de bal kişandibûn ku di her qawişên ji bo 6 kesan hatine çêkirin, 20 kes tên bicihkirin û ev yek di mehên havînê de jî tu hed û hesaban nas nakin. Babaoglû got ku ger mirov heywanek jî du rojan têxe hindurê vê derê dê di du rojan de bimire û bal kişand ku mafên girtiyan hene, divê dewlet van mafan nas bike.
KAPASÎTEYA WÊ 375 E, LÊ 1200 GIRTÎ TÊDE HENE
Babaolgû destnîşan kir ku dewlet bi hêrs, kîn û nefretê tevdigere û got ku di bin navê tembîhkirina kesên suc kirin de dewlet bi xwe sud dike. Baboglû got; “Divê dewletê beriya her tiştê rêzê ji mafên mirovan re bigire. Em ne di serdema Îperatoriya Osmaniyan de dijîn.”
Babaoglû destnîşan kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê ji derbeya 12’ê Îlonê heta roja îro weke birînek bi xwîn e û bal kişand ku her çendî kapasîteya Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ji bo 375 girtiyan bû, lê 1200 girtî têde hatine bihckirin. Baboglû ev rexne li hikûmeta AKP’ê kir; “Hikûmeta AKP’ê hemû kesên ne alîgirên xwe be, hemû muxalîfan dike “endamê rêxistinek ne qanûnî” û diavêje girtîgehan, girtîgehan tije kiriye, ev bûyer jî encamek a vê polîtîkayê ye. Divê hikûmeta AKP’ê bergeha xwe biguherîne û rêzê nîşanî mafê mirovan bide.”
Babaoglû destnîşan kir ku li gorî qeydên fermî girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ye, lê bi pêkanîn û awayê xwe Tîpa F ye. Babaoglû diyar kir ku rawestana li ber deriyê girtîgehê berdewam dike.