BI DÎMEN

Li Tirkiyê gotina 'bila zarok nemirin' dibe sedem ku ji kar werin kirin

Hevseroka Şûbeya Egîtîm-Senê ya Rihayê Dîlek Çakiltaş: Bersiva me ji bo wan kesan ku dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikin: Em nanê xwe dikarin ji kêvir derxînin, bi hevrêyên xwe re par ve bikin, lê bi ti awayî birçî namînin.

Di pêvajoya dawî ya siyasî de ku kesên ne alîgirê AKP/Qesrê ne 'xaîn' têne ragihandin, bi polîtîkayên bi konsepta şerê qirêj jî, êrîşên bi ser hemû kesên muxalîf de berdewam dikin. Bi 15'ê Tîrmehê re, qaşo bi hewldana darbeya leşkerî re, di hedefa rejîma AKP/Qesrê de ku bi Rewşa Awarte, BHQ'yan her kesî dixwaze tasfîye bike, di serî Kedkarên Konfederasyona Cemaweriyê (KESK) hene.

Bi taybetî bi êrîşa li ser Egîtîm Sen'ê ya girêdayî KESK'ê bi hezaran kedkarên perwerdehiyê ji kar hatin kirin. Li Rihayê ku di qada perwerdehiyê de nêzî 1000 kedkarên perwerdehiyê ji kar hatin kirin, ji Şûbeya Egîtim Senê ya Rihayê ku nêzî 500 endamên wê hene hin jê karê wan hate sekinandin û hin jê ji kar hatin kirin. Têkildarî êrîşên AKP/Qesrê yên li ser endamên wan em bi Hevseroka Egîtim Sen a Rihayê Dîlek Çakiltaş re axivîn.

Çakiltaş diyar kir piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke ku darbe bi destê KESK'ê hatibe kirin, êrîş bi ser wan de anîne û KESK piştî darbeya leşkerî bûye sendîkayeke wiha ku hatiye mexdûrkirin û neheqî lêh atiye kirin. Çakiltaş diyar kir piştî 15'ê Tîrmehê ji endamên Egîtîm Sen'ê 10 hezar 200 mamoste ji kar hatin kirin û karê wan hate rawestandin û 462 endamên wan li Rihayê karê wan hate sekinandin. Çakiştaş diyar kir li dijî vê neheqiya ku li wan hatiye kirin û tesfiyeyê bi çalakiyan wan hewl daye ku bibin bersiv û çend daxuyaniyên wan ên çapemeniyê bi hinceta Rewşa Awarte hatine rawestandin.

 'HEWL DIDIN KU TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKIN'

Çakiltaş dibêje 29'ê Cotmehê bi BHQ'yeke nû 8 hevalên wan, bi taybetî jî yên navçeyan ji kar hatine kirin û li Rihayê ji endamên sendîkayê bi temam 23 kedkarên perwerdehiyê ji kar hatine kirin. Çakiltaş diyar kir ku ew weke sendîka pişta hevalên xwe digirin, ziyaret pêk anîne û weke sendîka ew çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û bi berdewamî got: "Nobeta me berdewam dike. Ev hemû tişt bi mebesta astengkirina têkoşîna kedê, demokrasî û jiyaneke mirovî ye, ji bo vê jî saziyên ku ji bo têdikoşin dixwazin asteng bikin. Bêyî ku ti sedemê nîşan bidin rawestandina kar û nekirina ti rapirsînê, negirtina îfadeyên endamên me yên ku karê wan hatine rawestandin, nexwestina parastinekê nîşan didin ku hiqûq hatiye sekinadin. Lê em dizanin ku em ê bi awayekî xurttir ji vê rewşê derkevin."

'ÊN KU GOTIN BILA ZAROK NEMIRIN JI KAR HATIN KIRIN'

Çakiltaş diyar kir di dema qedexeya derketina derve de bi biryara navenda wan a giştî li hemû Tirkiyê 29'ê Mijdarê ji bo rojekê ew ketine girêva birçîbûnê û kesên ku karê wan hatiye sekinandin jî ew endamên ku tevlî vê çalakiyê bûne û bi berdewamî got, 'Wê rojê, me ji bo ku zarok nemirin û biçin dibistanê, bi mebesta ku ewlehiya jiyanê ya kedkarên perwerdehiyê yên herêmê hebin, ji bo rojekê kar rawestandibû. Bi qasî ku me dîtî û hiqûqnasên me jî lêkolîn kirine sedema ji karkirina me ev tê nîşandan. Lê çalakiyên sendîkayê ne sûc in û bi destûrê tênê parastin. Em jî bi hêza ku ji biheqbûna me tê niha pişta hev digirin û wiha li ser piyan dimînin."
 
'EM Ê NANÊ XWE JI KEVIR DERXÎNIN'

Çakiltaş got, "Niha Tirkiyê ji bo her kesî dixin rewşeke wiha ku mirov nikare lê bijî" û diyar kir, çi dibe bila bibe, hêviyên wan zindî ne û ew hewl didin sendîkaya xwe KESK'ê biparêzin. Çakiltaş diyar dike ku wan ti şaşîtî nekirine, ew hem li ser zemîna hiqûqî û demokratîk têbikoşin û têkoşîn wa di hêla hiqûqî de jî wê bidome û hiqûqa navxweyî biqede ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bidin. Çakiltaş diyar kir ku ew weke sendîka kêm jî be desteka aborî didin hevalên xwe yên ku ji kar hatine kirin û li diî polîtîkayên terbiyekirina bi birçîbûnê jî an di nav xwe de fona hevgirtinê çêkirin  û got, "Me welatekî aştîxwaz û demokratîk xwest û ji niha û pê de jî em ê bixwazin. Ji bo ku em siberojeke baştir ji zarokên xwe re bihêle me berdêl dabûn û jiha niha û şûn de jî ku hewce be em ê bidin. Bersiva be ji bo wan kesan ku dixwazin me birçîbûnê terbiye bikin: Em ê nanê xwe ji kêvir derxînin, par ve bikin bi hevrêyên xwe re lê bi ti awayî em birçî namînin."