Hat ragihandin ku, îro ji Şirnexê veguhestinek mezin ya leşkerî ber bi navçeya Silopiyê herêma sînor ve hate kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, karwanek mezin ya leşkerî li gel wesayîta sînyal xirapkirinê ji navçeya Silopî derbazbû çû yekîneyên leşkerî yên li ser sînor. Hat ragihandin ku, karwana leşkerî ji bo qereqolê cebilxane dibir.