Li Şirnexê pevçûnên dijwar: 6 leşker û kontrayek hatin kuştin

Li Şirnexê pevçûnên dijwar: 6 leşker û kontrayek hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 12-14’ê hezîranê ve li Şirnexê pevçûnên dijwar di navbera gerîla û leşkerên Tirk de diqewimin. Navenda Çapemeniyê ragihand ku di encama van pevçûnan de li Elkê 6 leşker û li Bestayê jî kontrayek hatiye kuştin. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayan li Bazîdê jî li dijî lojmana leşkerî çalakî pêk anîne.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek der barê pevçûnên dijwar ên li Şirnexê diqewimin de da û ragihand ku di van pevçûnan de 6 leşker û kontrayek hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku li Bazîdê li dijî lojmanên leşkerî çalakî hatiye lidarxistin û serbestberdana 3 kesên li Agiriyê piştrast kir.

LI ELKÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 12'ê Hezîranê de li navçeya Elkê (Beyşebab) Şirnexê li dijî herêma Gundê Bilbesî ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk operasyonek hatiye lidarxistin û ev agahî hat dayîn; “Di heman rojê de di saet 19.00'an de li nêzî Girê Xanikê di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşker hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî pevçûnê herêm ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê hatiye dûr xistin.”

HPG’ê ragihand ku di 13'ê Hezîranê de di saet 18.20'an de li navçeya Elkê Şirnexê li nêzî herêmê Serê Ro di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker û kontrayan de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatine kuştin 4 leşker jî birîndar bûye. Her weha wesayiteke sîvîl a dijmin bi kar tîne jî derbe xwariye. Artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Piştî bombebaranê bi wesayitan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.”

LI BESTA KONTRAYEK HAT KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “12'ê Hezîranê de di saet 04.00'an de li Şirnexê li herêma Şehrîbana Bestayê li herêma Serê Ro di navbera gerîlayên me û yekîneyên kontra yên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de kontrayek hatiye kuştin kontrayek jî birîndar bûye. Piştî pevçûnê dijmin bi piştgiriya 4 helîkopterên kobrayan, hêzên xwe ji herêmê dûr xistiye bi helîkopterên skorskyan jî kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.”

LI DIJÎ LOJMANA LEŞKERÎ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê got; “Di 12'ê Hezîranê de di saet 23.00'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî Lojmanên Polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

SÊ KES SERBEST HATIN BERDAN

HPG’ê serbestberdana 3 kesên li Agiriyê hatibûn binçavkirin piştrast kir û got; “Di 29'ê Gulanê de li Îdirê Zozanên Korxanê 10 kes ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin. Di 5'ê Hezîranê de 7 kesên lêpirsînên wan bi dawî bibû serbest hatibû berdan. Di 13'ê Hezîranê de 3 kesê din ên lêpirsînê wan qediyaye jî serbest hatin berdan.”