Piştî Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Yusuf Ugur hate binçavkirin welatiyê bi navê Silêman Uysal jî hate binçavkirin.
Piştî Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Yusuf Ugur hate binçavkirin, welatiyekî din jî hate binçavkirin. Welatiyê bi navê Silêman Uysal dema ku diçû Şaredariya Şirnexê hate binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn. Hate hînbûn ku Uysal birin Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê.