Di encama operasyona li çiyayê Kato yê di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û Colemêrgê de ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû destpêkirin de pevçûnek rû da. Di encamê de herî kêm çawişek pispor mir û yek jî birîndar bû. Di dema operasyonê de teqînek jî pêk hat û di encamê de cerdevanê bi navê Arif Gungen jî mir.