Ji navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ber bi sînora herêma Başûrê Kurdistanê ve sewqiyeta leşkerî hate kirin.
Li Şemzînanê karwana ku ji 50 wesayîtan pêk tê, tevî Jemmeran ji 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor derket û ber bi 5'emîn Fermandariya Tabûra Sînor ya Bêzeleyê ku li ser sînora herêma Başûrê Kurdistanê bi rê ket. Di dema sewqiyatê de di esîmanên Şemzînanê de tevgera helîkopteran zêde bibûn