Li navçeya Şemzînan Colemêrgê ji demjimêrên serê sibê û pê ve tevgera leşkerî didome.
Li Şemzînana Colemêrgê karwanekî ku ji 15 wesayîtên leşkerî pêk dihat ji 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor derket û ber bi yekîneyên ku li Bajaroka Rûbaroka ku nêzî sînora Herêma Başûrê Kurdistanê çûn. Ji aliyê din helîkopterên ku ji Geverê rabûn li pişt 3'emîn Fermandariya Taktîk ya Çiya daketin. Helîkopterên ku demek kin li vir sekinîn piştre firiyan û çûn Bajaroka Rûbarokê.