Li navçeya Şemzînana Colemêrgê ji demjimêrên sibê û pê ve tevgera hewayî destpê kir.
Gelek herlîkopterên tîpa skorskiyê ji vê şeveqê û pê ve li ser navçeya Gevera Colemêrgê re derbasî Şemzînanê bûn û daketin 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor. Helîkopterên ku demekê li vir man piştre jî ber bi Herêma Federal ya Kurdistanê ve firiyan. Tevgera hewayî berdewam dike.