Hat ragihandin ku, di encama teqînekê ya li navçeya Şemzînana Colemêrgê de şivanekê jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.
Li nêzî taxê Bêtkarok yê 5 kîlomtreyan dûrî navçeya Şemzînana Colemêrgê teqînekê rû da.
Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.
Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê kirin û her wiha di daxuyaniya Qeymeqamê Navçeyê Mesût Gençturk de hate gotin ku, kesê jiyana xwe ji dest dayî şivaneke.