Li Navçeya Şemzînana Colemêrgê ku çend roje, pêvçûnên dijwar lê diqewimin ketina parlementerên BDP'ê û şaredar ya taxan ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Parlementerê BDP'ê ya Wanê Ozdal Uçer û Parlementerê BDP'ê ya Colemêrgê Esat Canan çûn Şemzînanê ku çend rojin pêvçûn lê diqewimin. Parlementeran tevî Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore û hilbijariyên li gel xwe, xwestin biçin Taxa Karşiyakayê û pirsgirêkên welatiyan guhdar bikin, lê ji aliyên polîsan ve hate astengkirin.
Polîsên ku derdora taxê dorpêç kiribû û li ser cihên girîng 'tedbîrên' girîng girtibû koma ku parlementer jî di nav de bûn, bi hinceta 'ewlehiyê' destûr nedan bikevin taxê. Dema ku di navbera polîs û parlementeran nîqaş dom dikir, welatiyan jî li wir kom bûn.