Li Şemzînanê piştî teqînê pevçûn

Li Şemzînanê piştî teqînê pevçûn

Dema karwanê leşkerî a mezraya gundên Nehrî û Bêgirdê yên navçeya Şemzînanê a Colemêrgê teqîn qewimî. Pevçûna piştî teqînê rû da berdewam dike.

Dema konvoya leşkerî a mezraya gundên Nehrî û Bêgirdê yên navçeya Şemzînanê a Colemêrgê teqîn qewimî. Hate gotin ku piştî teqînok teqiya karwaneke leşkerî cihê bûyerê rawest û pevçûn dest pê kir. Herêma pevçûnê ji aliye helîkopterên çûn cihê bûyerê ve hate bombebaran kirin. Hate gotin ku pevçûna di navbera leşker û gerîlayên de qewimî berdewam dike. Derbarê di teqînê û pevçûnê de birîndar an jî mirinan de tu agahî nehat girtin. Denge çekan heta navenda navçeye hatin.

LI FERQÎNÊ TEVGERA HEWAYÎ A ZEDÊ

Li navçeya ferqînê ya Amedê piştî seatên nîvro tevgera hewayî hate jiyandin. Gelek helîkopterên ji Fermandariya Taktîka Alayê ya Ferqînê rabûn ber bi navçeya Xezroyê ve firiyan.