Li bejahiya gundê Giraneya navçeya Şemzînana Colemêrgê piştî şerê di navbera leşker û gêrîlayên HPG'ê de li herêmê şewat derket.
Li bejahiya gundê Giraneya navçeya Şemzînana Colemêrgê ya li sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê di navbera leşker û gêrîlayên HPG’ê de şer derket. Pevçûn demjimêrekê berdewam kir. Piştî şer herêm bi topên obusê û helîkopteran ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de herêma daristanî şewitî. Heta niha mudaxaleyî şewatê nekirin. Hêjan jî helîkoper li asîmanên herêmê difirin. Dîsa ji tabûrên Robarok û Giraneyê top tên avêtin. Gundiyên derûdor jî ji sewalên xwe yên li herêma pevçûnê mane agahî nagirtin, lewma gundî ketin nava fikaran.
Hat hînbûn ku, şerê li qada Bilîcanêya navçeya Çelê jî berdewam dike. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidest xistin, gelek helîkopterên ji Colemêrg û Çelê rabûne leşker daxistina qada Hantepeyê. Li herêma ku şer lê dewam dike leşkerek jî mir.