Li Şemzînanê operasyona leşkerî

Li Şemzînanê operasyona leşkerî

Li çiyayên navçeya Şemzînana Colemêrgê bi tevlîbûna yekîniyên taybet operasyona leşkerî ya berfireh hate destpêkirin.

Li gorî agahiyên, li çiyayên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi tevlîbûna gelek leşker û tîmên taybet operasyona leşkerî ya berfireh hate destpêkir. Operasyon li çiyayên Goman, Mîrgesava, Serpan, Masîro û Nîrkula yên ku di 23 tîrmehê destpê kir didome. Yekîniyên taybet yên Sêrt û gelek bajerên din ku hatin sewqkirin tevlî operasyone dibin.