Li dijî Qereqola Harûnan ya girêdayî Şemzînana Colemêrgê gêrîlayên HPG’ê êrîşa biroket pêkanî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li derdora demjimêrên 19.00’an gêrîlayên HPG’ê li dijî qereqola Harûnan ya di navbera Gever-Şemzînanê de êrîşa biroket pêkanî. Piştî êrîşa ji 3 noqteyan ve hate kirin pevçûnên dijwan rû dan. Pevçûnên ku hêjan didomin, rêya Gever-Şemzînanê hate girtin. Hat hînbûn ku ji her du aliyan ve jî bisedan wesayît hatine rawestandin.
Her wiha ji Gever û Şemzînanê gelek yekîneyên taybet bihelîkopteran birin herêma pevçûnê.