Li Şemzînanê li ‘Baregeha Leşkerî’ leşkerek mirî hate dîtin

Li Şemzînanê li ‘Baregeha Leşkerî’ leşkerek mirî hate dîtin

Li Baregeha leşkerî ya gundê Bêdevê ya ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkerekî ku nobet digirt mirî hate dîtin.

Li gorî agahiyan, Serdest Zekî Algin yê ji navçeya Salîhlî ya Mêrsînê ku li noqteya cihê nobetê yê qereqolê yê Baregeha leşkerî ya gundê Bêdevê ser bi Şemzînana Colemêrgê mirî hate dîtin.

Alginê ku hate îdîakirin bi guleya ji çeka wî derketiye miriye, cenazeyê Algin li navçeya Salîhlî ya Mêrsînê hate veşartin.