Li Şemzînanê jî derabe nehatin vekirin

Li Şemzînanê jî derabe nehatin vekirin

Esnafên navçeya Şemzînana Colemêrgê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku salek xwe dagirt, îro jî derabeyên xwe nevekirin.

Esnafên navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jî ji bo protesto kirina operasyonên ku 24’ê Tîrmehê ve didomin û tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek xwe dagirt, îro jî derabeyên xwe nevekirin. Li navçeyê esnafan ji bilî firin û dermanxaneyan derabeyên xwe nevekirin û her wiha li navçeyê bêdengî serdeste.

Li navçeya Gever ya Colemêrgê jî ev 3 roje esnaf derabeyên xwe venakin. Esnafên navçeyê tecrîda li ser Ocalan û operasyonên didomin tê protestokirin.