Li Şemzînanê gêrîlayên HPG’ê rê kontrol kir

Li Şemzînanê gêrîlayên HPG’ê rê kontrol kir

Gêrîlayê HPG'ê li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê rê kontrol kir. Di kontrola rê de maşîneyek ku malzemeyên leşkerî barkirî bû rawestandin û şewitandin.

Gêrîlayê HPG'ê di demjimêr 17.30 û 18.30'an de li navbera mezrayên Rûbinûs û Navrezan yên girêdayî gundê Nehrîyê rê li trafîkê girtin û kontrol kirin. Gêrîlayên HPG'ê di kontrola rê de maşîneyek leşkerî ku malzemeyên leşkerî barkiribû rawestandin û şewitandin.

Gêrîlayan di kontrolê de bi rêwiyan re hinekî sohmet kir û pişt re ew serbest berdan. Maşîneya plakeya wê 30 YD 175 ku malzemeyên leşkerî barkiribû ji aliyê gêrîlayan ve hate şewitandin. Gêrîlayan piştî dawî li kontrolê anîn rê li trafîkê vebû.