Pevçûnên ku 9 roje li bejahiya navçeya Şemzînana Colemêrgê didomin, îro jî di demjimêrên serê sibehê de gelek tank veguhestin herêma pevçûnê.
Pevçûnên ku di 23’ê Tîrmehê li gundikên Rûbinûs û Navrezan yên girêdayî Gundê Nehrî ser bi Şemzînana Colemêrgê ve destpêkirîn hêjan didomin. Hate ragihandin ku, di demjimêrên sibehê de gelek tank ji 3’mîn Tabûra Komando û Çiyay ya Şemzînanê veguhestin herêma operasyonê.
Li aliyê din bi obus û hewana topbarana herêma pevçûn û qûntara çiyayê Gomanê didome.