Li Şemzînanê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar

Li Şemzînanê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar

Li gundê Durak yê girêdayî Şemzînan Colemêrgê kesên ku çave rê wesayîtan bû ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hatin û di encam de kesek mir, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer li gundê Durak yê Şemzînanê rû da. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dayî, li derdora demjimêrên 21.00’an 3 kesên ku ji dawetek ya gundê Durakê vedigeriyan, rastî êrîşa çekdarî ya ji wesayîtekî modela pick-up’ê hatine. Ji ber ku di dawetê de guleyên hewayî di hatin avêtin gundî bi êrîşê ne hesiyan, gundî piştî guleyê hewayî agahdar bûn.

Di encama êrîşê de Fevzî Dundarê 33 salî, Rifat Dundarê heman temenî de û Sûat Dundarê 23’ê salî birîndar bû.

Birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, Sûat Dundarê giranbirîndar bûyî nehat rizgarkirin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpê kirin.

Li gorî şahidan piştî ku êrîş pêkhat, wesayît bilez dîsan ber bi Şemzînanê ve dûrket.