Li Şemzînanê di êrîşa kiryar nediyar de 3 kes birîndar bûn

Li Şemzînanê di êrîşa kiryar nediyar de 3 kes birîndar bûn

Li gundê Dûrak ya girêdayî Şemzînana Colemêrgê, di encama gulebarandina kesên di wesayîtê de, 3 kesên li derdor radiwestan birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Fevzî Dundar, Rifat Dundar û Sûat Dundar ji dawetê dizivirîn û li rexa rê dirawestiyan rastî êrîşa çekdarî ya kesên di wesayîtekî ku plakeya wê nehate zanîn hatin. Di encama gulebaranê de 3 kes birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.