Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di dema derbazbûna wesayîta polîsan de teqînekê rû da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, wesayîta polîsan ya aydî Miduriyeta Polîsan ya Şemzînanê li herêma Bermeş ya Qeymeqamtiyê ku 5 kîlometreyan dûrî navçeyê ye dema ku li dewriyeyê digeriya teqînekê rû da. Di teqîna ku hate ragihandin windahiya can çênebûye de, piştî teqînê gelek polîs û wesayîtên zirxî veguhestin herêmê.
Piştî teqînê rêya Şemzînan-Geverê qasî demjimêrekê ji trafîkê re hate girtin.