Li Şemzînanê 4 makîneyên kar hatin şewitandin

Li Şemzînanê 4 makîneyên kar hatin şewitandin

Di serdegirtinên li ser şantiyên gundê Bêgijnê û Katûnê yên girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê de, 4 makîneyên kar hatin şewitandin.

Madeyên teqemeniyê danîn bin 2 kamyon û makîneyek ya kar ku di şantiyeya li gundê Katûnê ya girêdayî navçeya Şemzînan Colmêrgê û bi dengek mezin teqiyan. Di encama teqînê de wesayîtên kar peritîn.

Li aliyê din agir bi kamyonekî li avadanîna leşkerî ya li gundê Bêgijnê ku 40 km dûrî navçeyê ye xistin û hemû şewitî.

Li herêmê ev du roje serdegirtinên şantiyeyan didomin, liv û tevgera Heronê jî li herêmê didome.