Hat ragihandin ku li navçeya Şemizînan a Colemêrgê çiyayên Efkar û Gomanê ji aliyê artêşa Tirk ve hat topbarankirin.
Hat ragihandin ku dema paşîvê, yekîneyên artêşa Tirk ên li navenda navçeya Şemizînanê hatin bicihkirin, herêmê bê ser û ber dan ber topan. Li gorî agahiyan, karwaneke leşkerî ya ji 30 wesayîtan pêk dihat hate navenda navçeyê.
Her wiha, hat diyarkirin ku serê sibê gelek balefirên şer li ser Colemêrgê re firiyan û derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Nehat zanîn herêm hatiye bombebarankirin an na.