Piştî ku gerîlayan bejahiya navçeya Şemizînan a Çelê bi dest xist, ev çend roj bûn pevçûn hinek kêm bibûn, lê duh ji nû ve dijwar bûn. Gerîlayên HPG’ê ketin navenda Şemizînanê jî, li dijî Qonaxa Hukûmetê çalakî li dar xistin û rê kontrol kirin.
Di saetên danê êvarê de li navçeya Şemizînanê di Qonaxa Hukûmetê de teqînek pêk hat. Hate zanîn ku di encama teqînê de herî kêm polîsek ê endamê tevgera taybet hate kuştin û piştî bûyerê gelek polîsan derdora avahiyê dorpêç kirin û tedbîr girtin.
Duh, di saetên danê nîvro de gerîlayên HPG’ê di navbera navçeya Şemizînan a Colemêrgê û bajaroka Rûbarokê de rê birîn û nasname kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HPG’ê li ser rêya di navbera navçeya Şemizînan a Colemêrgê û bajaroka Rûbarokê rê birîn û nasname kontrol kirin. Çalakiya gerîlayan saet derdora 15.00 pêk hat û bi qasî saetekê berdewam kir. Gerîla di dema çalakiyê de ji girseya gel a ji wesayîtan peya bû re axivî. Piştî kontrolê, gerîlayan destûr da ku wesayît derbas bibin.
Di saetên danê êvarê de li herêma Beresela ya di navbera gundikên Nehrî û Bîgirtê yên girêdayî gundê Nehrî yê navçeya Şemizînanê de pevçûnek qewimî. Piştî ku artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonê kir, li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn. Saet di 17.00 de pevçûn dest pê kirin û heta derengiya şevê berdewam kirin. Artêşa Tirk herêmê bobmebaran kir.
Hat ragihandin ku piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li hemberî nûqteya kontrolê ya Depînê ya li derveyê navenda bajarê Colemêrgê, pevçûn dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên êvarê de gerîlayên HPG’ê li dijî nûqteya Depîn a Colemêrgê çalakiye li dar xistin. Piştî çalakiyê pevçûn rû da. Pevçûna li herêmê heta derengî berdewam kir. Rêya Wan-Colemêrg, Colemêrg-Çelê li hatûçûnê hat girtin.
Gerîlayên HPG'ê li herêmê demek dirêj e derdikevin ser rêyan û nasnameyan kontrol dikin. Duh di saetên êvarê de gerîlayan demek dirêj e herêm xistine bin kontrola xwe, lêgerîna nasnameyan û kontrola maşîneyan berdewam dike. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gerîlayan li ser rêya di navbera gundê Muşe û Bigirtê kontrola rê û nasnameyan berdewam kir.
Saet di 19.00'an de komek gerîlayan piştî pevçûna di navbera gundê Bigirê û Evliyayê de derketin ser rê û dest bi kontrola nasnameyan kir. Gerîlayê HPG'ê saet di 20.30'an de li ser rê nasname kontrol kirin û der barê geşedanan de welatî agahdar kirin.