Hat ragihandin ku pevçûnên ku duh li navçeya Şemzînan Colemêrgê dest pê kirin, li herêma Gewriya Zînî ya 3 kîlometreyan dûrî navçeya Şemizînanê zêde bûne, her wiha gêrîlayên HPG’ê 4 girên stratejîk jî girtine. Hate ragihandin ku, helîkopterekê derbe xwariye. Nûçeya çapemeniya Tirk dayî ku îdîa dike 15 gêrîlayan jiyana xwe jib dest daye jî li gor çavkaniyên herêmê nehate piştrastkirin, lê belê gûmana karanîna çekên kîmyewî heye.
Gêrîlayên HPG’ê beriya vê li gundikên Navrezan û Rûbûnûsê yên ser bi gundê Nehrî ku 20 kîlomtreyan dûrî navçeya Şemzînan Colemêrgê ne, du caran rê kontrol kiribûn û piştre pevçûn rû dabû. Di pevçûnên ku qewimî de 2 jê sûbay, yek jî çawişê pispor 3 leşker birîndar bibûn. Her wiha ji ber sedema pevçûnên îro jî berdewam dikin, welatiyên li gundikên Bêgerdê, Tûva û Mûşe yên girêdayî gundê Nehrî koç kirin û ji ber ewlekariya canê xwe li gundê Nehrî niştecih bûne.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê di seatên serê sibê de li herêmê bi daxistina leşkerên xwedî perwerdeya taybet û polîstên tevgera taybet û bi beşdariya helîkopterên kobra operasyona hatiye destpêkirin û herêm hat bobmebarankirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, heta niha jî li hin cihan pevçûn diqewimin.
Her wiha, hat ragihandin ku pevçûnên dijwar li devera bi nave Gewriya Zînî ya 3 kîlometre ji Şemizînanê dûr e, diqewimin. Ji ber ku gerîlayan çekên giran danîne ser girên li Gewriya Zînî, balefir û helîkopterên şer nikarin tu bandorek bikin. Ji ber wê jî ji qereqolên derdora Şemizînanê herêm tê topbarankirin.
GERÎLAYAN 4 GIRÊN STRATEJÎK GIRTIN
Gundiyek bi rêya telefonê agahî da DÎHA’yê û got; “Duh saet di 15.00 de di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de pevçûnên dijwar qewimin, gerîlayan 4 girên stratejîk li herêmê girtin. Me dît ku nedihiştin balefirên şer nêzîkê herêmê bibin. Di vê pevçûnê de leşkeran nekarîn bikevin herêmê. Lê di satên paşê de di dema bombebarana balefiran de bêhna sêva şewitî û gaze dihat. Li gorî texmîna xwe ji ber ku di pevçûnê de tu encam bi dest nexistine, çekên kîmyewî bi kar anîne.”
GELO ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN?
Gundiyekî din jî diyar kir ku di encama topbaran û bombebaranê de bêhneke pir zêde li herêmê belav bûye û got ji ber vê yekê fikarên wan jî zêde bûne û wiha got: “Em neçar man gundê xwe vala bikin. Em ji ber bombebaran û kîmyayê bi fikar in. Ji ber ku li vir pevçûneke gelek mezin heye. Leşker nekarin nêzî gerîla bibe. Li dijî vê jî topeberan tê kirin. Dibe ku kîmya jî bê bikaranîn.”
Li ser îdiayên ku li herêmê kîmyal tên bikaranîn welatiyên Şemzînan û Geverê din ava fikaran de ne. Hate hînbûn ku dê heyeteke ku di nava wan de parlamenter jî hene dê biçin herêmê.
Li mintikaya Dostkî jî ji duh de pevçûnên dest pêkirine didomin û hate dîtin ku ambulans bi du panzeran re çûne cihê bûyerên.
HELÎKOPTEREKÎ DERBE XWAR
Li aliyê din jî ji ber operasyona li herêmê hatiye destpêkirin polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê ketin û têketinên herêmê girtine û ji ber vê yekê jî der barê gelê herêmê de agahî nayên girtin. Her wiha helîkopterek li herêmê ji aliyê gerîlayên HPG’ê derbe vex war û hate hînbûn ku bi zehmetî daketiye pîsta Fermandariya Tugaya Huduta 34’emîn.
Hate îdiakirin ku 15 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Ev îdia ji aliyên çavkaniyên herêmê nehat piştrastkirin û heta niha ji nexweşxaneyên derdorê jî agahiyek ku cenaze birine nehatiye.