Li Şemizînanê ji bo Mitînga Mezin a 14’ê Tîrmehê bangawazî

Li Şemizînanê ji bo Mitînga Mezin a 14’ê Tîrmehê bangawazî

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê ji bo mitînga 14'yê Tîrmehê ya bi dirûşima "Ji bo Ocalan Azadî" li Amedê dê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.

Rêxistina BDP'a Şemzînana Colemêrgê ji bo mitînga 14'yê Tîrmehê ya bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî" li Amedê dê bê lidar xistin civîna çapemeniyê lidar xist. Cîgirê Serokê BDP'a navçeyê Cabbar Taş diyar kir ku wan li navçeyê ji bo mitînga 14'yê Tîrmehê ya bi şîara; "Ji bo Ocalan Azadî" li Amedê dê bê lidar xistin seferberî îlan kiriye û şêniyên navçeyê vexwend mitîngê. Taş got; "Salek e li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Vê tecrîdê pirsgirêka kurd hê aloztir kiriye. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin divê beriya her tiştî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û pêvajoya Osloyê dîsa destpê bike. Ji bo vê yekê mitînga 14'yê Tîrmehê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em bang li hemû gelê xwe yê Şemzînanê dikin ku tevlî mitînga Amedê bibin."

Taş da zanîn ku di 13'yê Tîrmehê de ew ê ji ber avahiya BDP'a navçeyê ber bi Amedê ve derkevin rê.