Esnafên li Şemzînanê ji bo şermezarkirina di mudaxaleya polîsan a li hemberî merasîma gerîlayê Cengîz Ozek ê (Êrîş Dildar) li Geverê de ciwanek jiyana xwe ji dest da, derabeyên dikana xwe venekirin, her wiha ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.
Duh li cenazeyê gerîlayê Cengîz Ozek ê (Êrîş Dildar ku di çalakiya Pinarbaşiya Qeyseriyê de jiyana xwe ji dest dabû û li Geverê hate veşartin bûyer qewimî û polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Di encama mudaxaleyê de ciwanê bi navê Ozgur Taşar ê 17 salî ji ber guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo şermezarkirina kuştina Taşar li navçeya Şemzînanê jiyan rawestiya. Esnafên li navçeyê kepenkên xwe girtin û şoforên mînîbûsan jî kontakên wesayîtan girtin. Li navçeyê tenê firin û dermanxane vekirî ne.