Li Şemizînanê çalakiya gerîlayan a kontrola rê didome

Li Şemizînanê çalakiya gerîlayan a kontrola rê didome

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gerîlayên HPG'ê li ser rêya di navbera gundê Muşe û Bigirtê kontrola rê û nasnameyan berdewam kir.

Gerîlayên HPG'ê li herêmê demek dirêj e derdikevin ser rêyan û nasnameyan kontrol dikin. gerîlayan demek dirêj e herêm xistine bin kontrola xwe, lêgerîna nasnameyan û kontrola maşîneyan berdewam dike. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gerîlayan li ser rêya di navbera gundê Muşe û Bigirtê kontrola rê û nasnameyan berdewam kir.

Saet di 19.00'an de komek gerîlayan piştî pevçûna di navbera gundê Bigirê û Evliyayê de derketin ser rê û dest bi kontrola nasnameyan kir. Gerîlayê HPG'ê saet di 20.30'an de li ser rê nasname kontrol kirin û der barê geşedanan de welatî agahdar kirin.

Li herêmê gulebarandina leşkeran jî didome.