Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 2 zarok hatin binçavkirin.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî nîvro 2 zarokên temenê wan 17 û 15 salî ku navê wan nehat zanîn dema bi bisiklet li kolanê digeriyan ji aliyê polîsan ve hatin binçvkirin. Zarokên ku navên wan û sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin midûriyeta polîsan a Şemzînanê.