Piştî teqîna li ser rêya navçeyên Xîzan-Tetwanê yên Bedlîsê pêk hat, bejahiya gundê Hanelmali yê 5 kîlometre ji navenda Bedlîsê dûr e, di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de pevçûnek dijwar diqewime.
Hat ragihandin ku helîkopterên şer ji navenda bajêr ber bi Hantepeyê ve diçin û ji herêmê dengên çekan tên.
Hat diyarkirin ku di encama pevçûnê de herî kêm 7 leşkerên Tirk birîndar bûn. Leşkerên birîndar anîn navenda Tetwanê.