Li Tetwanê operasyona leşkerî

Li Tetwanê operasyona leşkerî

Li navçeya Tetwana Bedlîsê yekîneyên artêşa Tirk operasyon da destpêkirin, her wiha gelek herêmên nêzî navçeyê dan ber bombeyan.

Li gorî agahiyan yekîneyên artêşa Tirk di demjimêrên nîvro de li herêmên Kawar û Gundê Hanalmali 3-4 kîlometre dûrî navçeyê operasyon da destpêkirin. Operasyona ku helîkopter jî tevlî bûn veguhestina leşkerî hate kirin. Dengê bombebaranê ji navçeyê hate bihîstin. Operasyon û bombebarana li herêmê didome.