Li bejahiya navçeya Tetwana Bedlîsê artêşa Tirk bi piştgiriya hewayî operasyon da destpêkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro di demjimêrên ber bi êvarî ve li derdora gundên Gollu û Por, Hanelmali û Kawar yên nêzî navend Tetwanê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyona ku hêjmarek zêde yekîneyên zirxî tevlîbûyî, helîkopterên Skorsky û Kobrayan jî piştgirî danê.
Di 6’ê Tîrmehê li bejahiya Tetwanê operasyon hatibû destpêkirin, di 12’ê Tîrmehê piştî nîvro jî li hemû cihên operasyon lê hatibû destpêkirin, bitank, kobra û wesayîtên zirxî hatibû bombebaran kirin û piştre di demjimêrên şevê de paşve vegeriya bûn. HPG’ê jî di daxuyaniya xwe de aşkera kiribû ku, di operasyona 6’ê Tîrmehê de pevçûn derketibû û di pevçûnan de 22 leşkerên Tirk hatine kuştin.