Li Swîsre meşa dirêj bi dawî bû: Em ê li ber xwe bidin, bi ser kevin
Meşa Kurdistaniyan li Swîsreyê dabûn destpêkirin bi sirûdên berxwedanê ve bi dawî bû.
Meşa Kurdistaniyan li Swîsreyê dabûn destpêkirin bi sirûdên berxwedanê ve bi dawî bû.
Meşa Kurdistaniyan li Swîsreyê dabûn destpêkirin bi sirûdên berxwedanê ve bi dawî bû, siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn di mîtîngê de axivî, wiha got: “Divê ti kes li bendê nemîne ku em çokên xwe jê re bişkînin, di kevneşopiya me de çok şkandin nîne, yê me dizane jixwe dizane. Piştî êşên me, me dest bi şîngirtinê nekir, em ketine pêvajoyek şoreşê, em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”
Meşa azadiyê ya li Swîsreya bi armanca protestokirina 18. sala komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember gelan pêk hat û bi daxwaza azadiya Ocalan destpê kir, bi mîtîngek li bajarê Bern ê Swîsreyê bi dawî bû. Çalakvan di domahiya rojê de li her derê rastî eleqeyek mezin hatin.
Meşvanan di meşê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di pêşengiya Erdogan û AKP’ê de qetlîamên dewleta Tirk ên li Cizîrê, banga her derê bikin qada çalakiyê li Kurdistaniyên li Ewropa kirin.
Meşvanan meşa du rojan li Bernê bi dawî kirin, tevlî mîtînga ku Kurdistaniyên li Bernê ji bo pêşwazîkirinê li dar xistin bûn. Di mîtîngê de ji bilî meşvanan, siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn û Parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst Beat Jeans jî axivîn.
JEANS: DIVÊ MUDAXELEYÎ TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN
Di mîtînga bi şîara, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Statu” de axaftina destpêkê Parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst Beat Jeans kir, bal kişand ser şerê dewleta Tirk a li ser Kurdistanê. Jeans got, “Xizmên piraniyê me di nav vî şerî de ne, em vê baş dizanin, ji ber rewşa heyî em di nav xemgîniyek mezin de ne” û xwest ku hikûmeta Swîsreyê zextê li ser dewleta Tirk çêke.
Jeans binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê bi bîr xist, destnîşan kir ku eger mudaxeleyî dewleta Tirk neyê kirin bûyerên li Kurdistanê wê werin astek hê xeternaktir. Jeans got wê di pêvajoya pêş de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dawetî parlamentoya Swîsreyê bikin, wiha axivî: “Em her tim li cem têkoşîna mafdar a gelê Kurd cihê xwe digirin. Em piştgiriya têkoşîna we dikin.”
ÛZÛN: HÛN CÎHANÊ BIGIRIN Û WERIN PÊŞBERÎ ME JÎ WÊ KURDISTANA AZAD BÊ AVAKIRIN
Piştî Jeans, siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn mafê axaftinê wergirt, wiha got: “Ez êşên me li vir naynim ziman. Ji ber ku em di pêvajoyek şoreşê de ne.”
Ûzûn got, “em îro li her derê cîhanê li qadan in, ev nayê wê wateyê ku em ji hinan bendewariyan dikin. Em wek gel di pêvajoyek şoreşê de ne. Em bi armanca mezinkirina berxwedanê li qadan in. Û em ê her roj bi awayekî hê xurttir berxwedanê mezin bikin”, bal kişand ser van xalan: “Yên teslîmbûnê dispêrin gelê Kurd divê vê baş bizanibin ku di dîroka vî gelî de teslîmiyet çênebûye. Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyek şoreşê destpê kir, êdî di vê rêyê de ti kes nikare gelê Kurd vegerîne. Ez îro ji yên qetlîamê dispêrin gelê Kurd re dibêjim: Hûn ecdadê xwe û cîhanê bigirin û werin beranberî me jî wê Kurdistan ava bibe. Kurdistana Azad wê hebe.
ÛZÛN: YÊ TESLÎMIYETÊ DISPÊRIN ME BILA LI DÎROKA ME BINÊRIN
Ûzûn wiha axivî: “Rêbertiyek li hember cîhanê çokan neşkîne û gelekî berxwedan ji Mazlûm Dogan fêr bûye heye li dijî zaliman. Divê ti kes teslîmiyetê nespêre vê hêz û hebûnê. Bila li dîroka me ya berxwedanê binêrin. Divê her kes baş bizanibe ku berxwedana me li dijî zaliman e. Di vê pêvajoyê de yên bi me re divê li qadan bin. Em wek gel di rêya şoreşê de ne. Berdêlê wê çi dibe bila bibe, em dibêjin an azadî an azadî û em ê bi ser kevin.”
Piştî axaftinan, li ser navê meşvanan heyetek ji 3 kesan ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li Kurdistanê dosyayek radestî Meclîsa Federal a Swîsre kir û mîtîng bi dirûşmeyên azadiyê ve bi dawî bû.